Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku di 24 saetên dawî de pirtir ji 183,000 bi vîrusa korona ketine û ew rekora nû ya rojane ye.
Piranîya pêketinên nû li parzemîna Amerîka hatine tespît kirin.
Li gor WHO’yê pirtir ji 50,000 pêketinên nû li Brezîlya, Amerîka û Hindistanê hatine tomar kirin.
Hin pispor dibêjin ku jiber zêdebûna testan pirtir pêketin têne tespît kirin.
Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê bi qasî 9 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 468,483 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.