Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Hejmara Pêketîyên Vîrusa Korona În û Şemîyê Rekor Şikand


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku hejmara pêketîyên nû yên vîrusa korona roja În û Şemîyê rekor şikandiye.

WHO da zanîn ku li gor agahîyên li ber destên wan, roja Înê 284,196 û roja Şemîyê jî 284,083 kes bi vîrusa korona ketine.

Piranîya pêketinên nû yên vîrusa korona li Amerîka têne tespît kirin.

Roja Şemîyê, li Amerîka pirtir ji 72,000 pêketinên nû yên vîrusa korona hatin tomar kirin.

Li Brezîlya, ku di hejmara pêketîyên vîrusa korona de li dû Amerîka tê, di 24 saetan de 60,000 kes bi vîrusa korona ketine.

Li dû wan welatan, bi 49,000 pêketinên nû yên vîrusa korona Hîndistan, li dû wê jî bi 14,000 pêketinan Afrîqaya Başûr tê.

Li Almanya roja Pêncşem û Înê, 800 pêketinên nû yên vîrusa korona hatin tomar kirin û wan hejmaran bo wî welatî jinûve fikar çêkrine.

Karbidestên Alman dibêjin ku herî dawî di meha Gulanê de ew hejmar hatine tomar kirin.

Li Koreya Bakur, cara pêşî pêketina vîrusa korona ya gumankirî hat ragihandin.

Wezareta Saxlemî ya Îranê dîyar kir ku vîrusa korona hema bêje li seranserê welêt belav bûye û da zanîn ku dibe ku hejmara mirinên ji vîrusa korona zêdetir bibin.

Serokomarê Îranê Hasan Ruhanî bang li hemwelatîyan kir ku di cejna qurbanê de mesafeya civakî biparêzin.

XS
SM
MD
LG