Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Hejmara Pêketîyên Korona ya Rojane 338 Hezar Derbaz Kir û Rekor Şikand


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ragihand ku hejmara pêketinên nû yên vîrusa korona di 24 saetên dawî de rekor şikandîye.

WHO da zanîn ku di 24 saetên dawî de 338,779 kes bi vîrusa korona ketine.

Di 24 saetên dawî de li Hindistanê 78,524, li Brezîlya 41,906 û li Amerîka 38,904 pêketinên nû hatine tespît kirin.

Hejmara herî zêde ya pêketinên vîrusa korona ya rojane herî dawî di 2’yê Cotmehê de hatibû tomar kirin ku ew hejmar 33,340 bû.

Agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li cîhanê 36,372,696 kes bi vîrusa korona ketine û 1,059,065 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG