Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO: Sivîlên ku ji Azovstal Hatine Derxistin ji Heremên Ewle re Têne Şandin


Kesên ku ji Mariupolê hatine derxistin téne şandiné herema Zaporizhzhia ya Ukrayna, 2 Gulan,2022
Kesên ku ji Mariupolê hatine derxistin téne şandiné herema Zaporizhzhia ya Ukrayna, 2 Gulan,2022

Berpirsa Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ya bo Ukrayna Dr. Dorit Nitzan îro Sêşemê ragihand ku sivîlên ku ji karxaneya Azovstal ya dorpêçkirî hatine derxistin ji heremên ewle re têne şandin.

Dr. Nitzan da zanîn ku bi dehan kesên ku ji Azovstal hatine derxistin, di rê de ne û ber bi heremên bin kontrola hikûmetê diçin ku ji qadên şer dûr in.

Dr. Nitzan ya ku niha li ji Zaporizhzhia ya Ukrayna ye, ji rojnamevanan re got ku tîmên WHO bi xebatkarên NY û komên din re dixebitin ku alîkarîya kesên ku ji Azovstal hatine derxistin.

“Jibo WHO ne dîyar e ku wê çi cûre xizmetên saxlemîyê hewce bin, lê nexweşxaneyên li derdorê û tîmên piştgirîya pijişkî amade ne ku xizmetên pêdivî pêşkeşî kesên rizgarkirî bikin,” Dr. Nitzan got.

Hêjayî balkişandinê ye ku piştî lihevkirina Ukrayna û Rûsya ya ser derxistina sivîlan ji Azovstal NY û Xaça Sor bi wî karî rabûbûn.

XS
SM
MD
LG