Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka 80 Mîlyon Dolar Pereyên Rêxistina Saxlemî ya Cîhanî "WHO" Nade


Mike Pompeo û Tedros Adhanom Ghebreyesus
Mike Pompeo û Tedros Adhanom Ghebreyesus

Washington-Berpirsa Amerîkî ragihand ku welatê wan nêzî 80 mîlyon pereyên ku divê bide Rêxistina Saxlemî ya Cîhanî (WHO) dê nede, ewê van pereyan li şûna bide WHO, dê beşekî ji pereyên ku Netewên Yekbûyî li ser Amerîka hene dê bide.

Amerîka libere ji Rêxistina Saxlemî ya Cîhanî (WHO) derkeve ku bingeha wê li Geneva ye û biryare ku 6'ê Tîrmeha sala 2021ê di wê rêxistina da nemîne, piştî ku serok Trump ew rêxsitin di dema belavbûna pandemîka vîrusa koronayê da weke lîstîka nav destên Çînê binav kirbû, lê WHO vê yekê red dike.

Îro Pêncşemê peyvdara WHO bi rêya nameyek elektronî bersiva biryara daxwaza Amerîka ya ragirtina endametiyê da û got"hêvîdarîn li daxuyaniyên me yên berê binêrin ku me mixabiniya xwe li hember biryara Amerîka ya derketina ji rêxistinê diyar kirbû. Em li benda her horgiliyekê ne û bi baldarî em wê dişopînin."

Li ser serok Trump pêdivî bû, li gor biryara hevbeş ya Kongresê Amerîkî ya sala 1948'ê ku divê berî xwe vekişandina ji Rêxistina Saxlemiya Cîhanî bi salekê daxwaz bihê pêşkeş kirin. Ev jî we dike ku divê Amerîka pereyên rêxistinê yên îsal jî bide.

Nerissa Cook, Cîgira Alîkarê Wezîrê Derve yê Amerîka bo pirsên rêxistinên navnetewî got, niha Amerîka bo sala 2019ê 18 mîlyon dolaran û bo sala 2020ê jî 62 mîlyon dolaran deyndara WHO ye.

Cock dîsan dibêje"" Ev herdu mîqdara pereyan li şûna WHO dê herin Netewên Yekbûyî". Jibo ku wan pereyan weke beşekî deynên rêxistina Navnetewî NY'ê li ser Amerîka hene bide.

Li aliyek din rikeberê serok Trump yê serokatiya Amerîka Cîgirê berê yê Serokê Amerîka, Joe Biden gotiye, eger ku di hilbiajrtinên Mijdarê da, ew biserkeve ewê car din bikevin di WHO da.

XS
SM
MD
LG