Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO bo Vaksîneke Çînê Destûra Karanînê Dide


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo vaksîna vîrusa korona ya Enstîtuya Berhemên Bîyolojîk yên Çînê û Sinopharm bi hev re çêdikin, destûra karanînê da.

WHO ragihand ku bandora vaksînê li ser nexweşên semptomên vîrusa korona raber dikin û ketine nexweşxaneyê 79 ji sedê ye.

Karbidestên WHO pêşnîyaz dikin ku vaksîn bo kesên 18 salî û yên ji wî temenî mezintir bi du dozan were karanîn.

Wê rêxistinê dîyar kir ku kêm kesên ji 60 salî mezintir beşdarî lêkolînên klînîk bûne û da zanîn ku ew bandora vaksînê ya bo wan kesan nikarin bi awayekî zelal texmîn bikin.

WHO berê bo vaksînên Pfizer, AstraZeneca, Johnson & Johnson û Moderna destûr dabû.

XS
SM
MD
LG