Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WHO bo Vaksîna Sinovac Destûra Karanînê Dide


Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) bo vaksîna vîrusa korona ya kompanîya Sinovac, ku navenda wê li Çînê ye, destûra karanînê da.

Ew vaksîna Sinovac, ku li hin herêman navê wê CoronaVac e, piştî Sinopharmê vaksîna vîrusa korona ya Çînê ya duduyan e ku WHO bo karanîna wê destûr daye.

Pisporên saxlemîyê Sinovac bo kesên temenên wan ji 18’î mezintir pêşnîyaz kirin û xwestin ku doza duduyan 2-4 hefteyan piştre were karanîn.

Li gor daxuyanîya WHO, vaksîna Sinovac nexweşîya semptomatîk 51 ji sedê asteng dike.

Ajansa nûçeyan ya Reutersê radigihîne ku Sinovê bi dawîya Gulanê re pirtir ji 600 mîlyon vaksîn ji Çîn û welatên din re hazir kirine.

XS
SM
MD
LG