Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şandeya WHO Serdana Enstîtuya Vîrolojî ya Wuhanê Dike


Şandeya Rêxistina Saxlemî ya Cîhanê (WHO) ya çûbû Çînê serdana Enstîtuya Vîrolojî ya Wuhanê, ku li gor hin îdiayan cîhê destpêka vîrusa korona ye, kir.

Endamê şandeya WHO Peter Dazsak berî bikeve hindurê laboratuvarê ji rojnamevanan re got ku ew hêvî dikin ku hemî pirsên ku ew meraq dikin werin bersivandin û ‘’rojeke kêrhatî’’ be.

Vîrusa korona di dawîya sala 2019’an re cara pêşî li Wuhan ya Hubei hatibû tespît kirin.

Li gor hin teorîyên hîn bi delîlan nehatine piştrast kirin, vîrusa korona di testên laboratuvarê de bi şaşî belav bûye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li seranserê cîhanê heta niha bi qasî 104 mîlyon kes bi vîrusa korona ketine û 2,253,684 kes bi wê mirine.

XS
SM
MD
LG