Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wikileaks: Erebistana Seûdî li Sala 2008 Pêşniyara Ji Nav Birina Hêza Hizbullah li Libnanê Kiriye


Wezîrê derve yê Erebistanê Seûd Al-Faysal
Wezîrê derve yê Erebistanê Seûd Al-Faysal

Li gor belgenamên nepenî yên Amerîkî ku li malpera wikileaks hatine eşkere kirin, Erebistana Seûdî pêşniyar kiriye ku hêzeka leşkerî ya Erebî bi piştevaniya Neteweyên Yêkgirtî, Amerîka, û NATO bo Libnanê bihête hinartin jibo ji nav birina komela Hizbullah.

Li gor peyamên diplomasî, wezîrê derve yê Erebistanê Seûd Al-Faysal li meha 5-Gulanê ya sala 2008 daxwaza “bersiveka parastinê” kiriye da ku komela çekdariya Hizbullah û piştevana wê, Îran, paytexta Libnanê kontrol nekin.

Karbidestê Erebistanê ligel diplomatê Amerîkî David Satterfield li sala 2008 behsa hinartina hêzeka Erebî bo Libnanê kir, çend rojekan piştî Hibullah şerê piştevanên hikûmeta Libnanî kir û beşekê mezinê Beyrutê kontrol kir.



XS
SM
MD
LG