Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Piştî 3 Salan Qedexekirina Ser Wîkîpedîa Rakir


Ferhenga ser medîya civakî Wîkîpedîa li Tirkîyê ji sala 2017an vir ve qedexe bû, lê pîştî daxwaza Dadgeha Makezagona Tirkîyê, dadgeheke Enqerê biryara rakirna wê qedexê da.

Li Tirkîyê sê sal Wîkîpedîa bi awayekî qanûnî hate berbend kirin û sedema wê jî hin rexneyên ser Tirkîyê bûn.

Di rûpelên Wîkîpedîa de dihat gotin ku têkilîyên Tirkîyê û hin rêxistînê terorî bi hevre hene û Tirkîyê jî loma Wîkîpedîa asteng kiribû.

Hiqûqnas qedexekirana Wîkîpedîa wek astengkirina mafê derbirînê nîşan dabûn û rakirina vê biryarê jî erênê dibînin.

Parêzer Medenî Ayhan ji Dengê Amerîka re dibêje ku bi qedexekirinê ti tişt çareser nabe.

“Dema biryara qedexekirinê hatibû girtin, me ew dem jî dîyar kiribû ev biryar dijî mafê derbirînê ye. Dewlet ji fikrê azad ditirse. Astengkirina Wîkîpedîa jî em dikarin bibêjin ku tiştekî nehiqûqî bû û tenê tirsa ji nêrîna azad bû.”

Rakirana qedexebûna Wîkîpedîa ji alîyê bîragiştî û parezvanên mafên mirovan ve bi erênî tê dîtin.

Ayhan bawer dike ku rakirina vê qedexeyê gaveke erênî ye li Tirkîyê mafê derbirînê hê jî rûbirûyê arîşeyên mezin e.

“Em dibînin ku 121 rojnamevan li girtingehê ne û ew jî dîyar dike ku mafê azadîya raman li Tirkîyê hê qedexe ye.”

ED_01_16_2020_Wikipedia_Ban
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:13 0:00


XS
SM
MD
LG