Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Heta Niha 42 Kes di Agirên Kalîfornîya de Hatine Kuştin


Karbidestên Amerîkî ragihand ku heta niha 42 kes di di şewatên li bakurê Kalîfornîya hatine kuştin.

Karbidest bal dikşînin ku ew, hejmara herî bilind ya mirinên wî rengî ya dîroka Amerîka ye.

Karbidest didine zanîn ku hîn derbarê 228 kesên din jî ti agahî di destê wan de tuneye, piştî ku agir bajarokê Paradise wêran kir.

Karbidest herwiha dibêjin ku 250,000 rûniştvanên herêmê bê cîh û war mane û agirên bi bayê hêza 100 kîlomete di saetekê de, herêmeke berfireh ya erdên bi daristanan, taxên rûniştinê û deverên karsazî bûne xwelî.

Walîyê Kalîfornîya Jerry Brown, jiber agirên wêranker rewşa awarte ragihandibû û ji hikûmeta federalî alîkarîya diravî daxwaz kiribû.

XS
SM
MD
LG