Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hest û Helwest: Kî Dikare Cihê Amerîka li Bakurê Sûriyê Dagire?


Di demekê de ku hêzên opozisyona Sûrî ya ku Tirkiyê piştgiriya wan dike dibêjin ew xwe amade dikine ku cihê hêzên Amerîkî li bakurê Sûriyê bigrin, serokwezîrê Îraqê dibêje hikûmeta wî renge hêzên xwe bişîne nava Sûriyê.

Adil Ebdulmehdî dibêje ew hemî bijaran didin ber çavan bo parastina Îraqê ji gefên ser sînorê wê.

Berpirsên Rêveberiya Xweser a bakurê Sûriyê dibêjin ku ewê bo parastin û seqamgîriya herêmê, bi her kesî re danûstandinan bikin.

Ew dibêjin ku bo gotûbêjkirina vekişîna hêzên Amerîkî ji wir, ew peywendiyan ligel Rûsan, hikûmeta Sûriyê û welatên Ewrupî dikin.

Gurbên opozisyona Sûrî xwe amade dikin jibo êrîşkirina Minbijê û encûmena Minbijê ya leşkerî dibêje ewê berevaniya xwe bikin.

Vekişîna hêzên Amerîka çiqas valahî li herêmê hîşt û gelo kî dikare wê valahiyê dagire?

Bernameya Hest û Helwest bi beşdarbûna sê mêvanan ronî dide ser vê mijarê:

Hawasr Nêrweyî, mamosteyê zanîngehê ku li herêma Kurdistana Îraqê dimîne, rojnamevan Stêrê Çello ku li Sûriyê dimîne û nivîskar Îbrahîm Sediyanî ku li Almanya dimîne.

Jibo guhdarîkirina vê bernameyê, kerem kin fayla deng vekin:

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:33:27 0:00

XS
SM
MD
LG