Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Witkoff: Rûsya Red Kiriye ku Zanyarîyên Leşkerî Derbarê Amerîka ligel Îranê Parve Kiribe

Steve Witkoff
Steve Witkoff

Şanderê Taybet ê Amerîkayê Steve Witkoff îro Sêşemê got ku Rûsya red kiriye zanyarî derbarê hebûna leşkerî ya Amerîkayî li Rojhilata Navîn ligel Îranê parve kiribe.

Di hevpeyvînekê de ligel kanala CNBC de, Witkoff got ku ev redkirin bi rîya peywendîyeke telefonî di navbera Serok Donald Trump û hevtayê wî yê Rûsyayê Vladimir Putin de hat kirin.

Rojnameya Washington Post roja Înê ragihandibû ku Rûsya zanyarîyên leşkerî derbarê cihê keştîyên şer û firokên Amerîkayê li Rojhilata Navîn ligel Îranê parve kiriye.

"Doh di dema peywendîyekê de ligel Serok, Rûsan got ku wan (zanyarî) parve nekirine," Witkoff di hevpeyvîna Sêşemê de got dema ku derbarê raporta Washington Post jê hate pirsîn.

"Em dikarin wan bi gotina wan bibin. Lê wan ev yek got. Doh sibehê jî, bi awayekî serbixwe, min û Jared Kushner peywendîyek ligel karbidestê siyaseta derve yê Kremlin Yuri Ushakov pêk anî, tê de wî heman tişt dubare kir," Witkoff got.

Wî herwiha got: "Baştir e ev pirs ji kesên dezgehên zanyarî were kirin, lê bila em hêvî bikin ku ew zanyarîyan parve nakin."

XS
SM
MD
LG