Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Gumrugê Derîyê Xaburê Çi Qewimîbû ku Jineke Kurd Rastî Tundîyê Hatibû?


Roja Duşemê li ser medya civakî vidyoyek belav bû ku çend karmendên gumrugê, li dora jinekê kom bûne û yek ji wan pehînan li jinekê dixe û jin dikeve erde ser hişê xwe diçe.

Ev dîmen li Derîyê Gumruga Xaburê hatiye girtin. Jina ku memurên gumrugê tundîyê lêkirine Yildiz Ozdemîr ya 58 salî ye. Ew rûniştvana Silopî ye û roja Duşemê ji Herêma Kurdîstanê ji serdana xizmekî xwe vegerîye Silopî.

Ev bûyer jî di dema lêgerina çenteya wan de pêk hatiye. Hevjînê Yildiz, Îrfan Ozdemîr ji Dengê Amerîka re got ku di vegerê da memuren gumrugê jibo lêgerinê ew birine nav avahîyê û tiştên di nav çentê wan de derxistine û avêtine.

''Jiber ku hin tiştên xwarinê û jibo zarokan çend perçe cil û bergên nû me sirandibûn, hemîyan avêtin.’’

Lê, Yildiz Ozdemir xwestîye ku kincên zarokan bidin wan û li hember memuran derketîye.

''Hevjîna min got me ew cilan jibo zarokên xwe kirîne, lê memurek jin heqaret kir û got ‘Hun hemî heywan in!’’Ev pir li zora min çû, min got ger em heywan bin hun jî heywan in. Li ser vê yeke hemî li ser sere min kom bûn û li min xistin. Hevjîna min kir qêrîn û ji wan re got ku ez nexweşê dil im û ger tiştek bi sere min were, ewê gilîya wan bike. Li ser vê gotinê êrîşî hevjîna min kirin, bi pênan li wê xistin û ew ket erde.''

Ozdemir da zanîn wî ne haydar bû ku dîmenên tundîyê ji alîye rêwîyek din hatiye tomar kirin.

Wî dîyar kir ku piştî êrîşan li derve jî gef lê wan hatiye xwarin û ew sibê gihîştine mala xwe ya Silopyayê û ji vîdyoyê jî sibehê agahdar bûne.

''Me rapora derbkirinê ji nexweşxana Cizîrê girt û me gilîya wan memuran kir,’’ Ozdemir bi berdewamî got.

Hêjayî gotinê ye ku Walîtîya Şirnexê bi daxuyanîyeke nivîskî ragihand ku derbarê bûyerê lêpirsînek hatiye destpê kirin û 2 memurên ku tundîyê li Yildiz Ozdemir kirine, ji kar hatine dûrxistin.

KHF_01_02_2023_IIrfan Ozdemir_Xabur
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:10 0:00

XS
SM
MD
LG