Berbijarên jin di hilbijartinên Îraqê de dibin armanca gelek bêrêzî, biçûkxistin û herwiha êrîşan jî. Pir caran wêne û posterên wan têne dirandin.
Dîsa, berbijarên jin ji derdorên konservatîf ve têne rexne kirin ku çima derdikevin nav civakê û çira wêne û vîdyoyên wan medya civakî de hene.
Navenda lêkolîn û pêşvebirina jinan bang li herkesî dike ku rêz li mafên jinan bigirin û berbijarên heyî li gor kanîn û zanîna wan bipîvin.