Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Platforma Jinê ya Enqerê Kuştina Jinan Protesto Kir


Jinên Enqerê di Roja Têkoşîna Tundîya Ser Jinê de li Kolana Sakaryayê civîn ku kuştina jinan protesto bikin.

Li gor raporên rêxistinên jinan li Tirkîyê tenê di meha Cotmehê de 37 jin ji alîyê zilaman ve hatine kuştin.

Di Roja Têkoşîna Dijî Tundîya Ser Jinê de, ji alîyê Platforma Jinê ya Enqerê çalakîyek hate lidarxistin.

Ser hezar jin li Kizilayê, Kolana Sakaryayê civîn û tundîya ser jînan bi pankart, afîş û sloganan protesto kirin.

Çalakvanên jin, “Hikûmet îstifa”, “Em jin in, li her derî ne”, “Tu, ez emê bi hevre têbikoşin”, “Peymana Stenbolê ya me ye” qerîyan.

Çalakvan Yurdagul Çaba kuştina jinan wek kuştina sîyasî bi nav kir.

“Mafê me yê herî esasî mafê jîyanê ye. Her roj li ser jina li vî welatî komkujî tê çêkirin. Ev ne bûyerê bi serê xwe ne û ne jî tenê bi tundî û kuştina zilaman nayê çêkirin. Ev kuştin kiryarên polîtîk in û ehelwesta dadgehên Tirkiyê baş xuya dibin. Loma jî em li vê derê kuştin û tundîya ser jinan û kesên ku rê ji wan re vedikin protesto dikin.”

Ozgur Çelik jineke jikarketî ye. Ew jibo dijderketina kuştina jinan hatiye vê çalakîyê.

“Ez jineke jikarketî me, lê kuştina jinê derûnîya min xirab dike. Jiber vê jî îro hatim ku kuştin û tundîya ser jinan protesto bikim. Li vî welatî rojek tuneye ku jinek neyê kuştin, eva hovîtî ye. Pêwîst e ku wem wek jin dijî vê hovîtîyê derkevin û bi çalakîyên gur protesto bikin.”

Roja Têkoşîna Dijî Tundîya Ser Jinê, di sala 1999an de ji alîyê Netewên Yekbûyî ve hate ragihandin ku bal bikşîne ser tundîya dijî jinan.

ED_26_11_2021_Enqere_Çalaki_Jin
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:51 0:00


XS
SM
MD
LG