Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar E


Îro 8'ê Adarê, Roja Jinên Kedkar e. Her sal di vê rojê de jibo nîşandana destketinên aborî, sîyasî û civakî yên yên jinan gelek pîrozbahî û bernameyên taybet têne lidarxistin.

Jinên seranser cîhanê bi çalakîyên xwe hem roja xwe pîroz dikin hem jî têkoşîna jibo mafên wekhevîya zayendî, dawîkirina rêbazên cudakar û tundîya dijî xwe dikin.

Di vê rojê de li seranserê cîhanê, jibo nîşandana destketinên jinan yên di warê aborî, sîyasî û civakî de, bername, şahî, rêdeçûn û panel tên çêkirin.

Roja Navnetewî ya Jinan cara yekê di 28’ê Sibata sala 1909’an li Amerîka wek Roja Netewî ya Jinan hatibû pîroz kirin û di 1977’an de Neteweyên Yekbûyî ew wek Roja Jinan ya Navnetewî pejirandibû.

Banka Cîhanî, (World Bank) dide zanîn ku li cîhanê herî kêm 40 ji sedê karmend jin in.

Her ji sala 1980’ê vir ve, temenê jinan li seranser cîhanê ji temenê mêran zêdetir e.

Newekhevîya perwerdeya destpêkî di navbera kur û keçan de, li piranîya beşên cîhanê kêmtir dibe.

Li hejmareke welatan, jin û bi taybet jinên hejar, heta di nav mala xwe de jî, ne xwedî biryar in.

Kontrola zêdetir ya derfetên li nava malê ji hêla jinan ve, dikare aborîya welatan baştir bike.

Li Amerîka jibo rêzgirtin li kar û keda jinan, meha Adarê wek Meha Dîroka Jinan hatiye destnîşan kirin.

8ê Adarê jibo daxwazakirina pirtir mafên wekhevîyê jibo jinan derfetek e, da ku ew û malbatên xwe bikaribin jîyaneke serketî bijîn.

XS
SM
MD
LG