Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bêhtirî 75 Milyon Keysên Koronayê li Cîhanê Hatine Tomarkirin


Bêhtirî 75 milyon kes li seranserî cîhanê bi vîrusa koronayê ketine ta îro Şemîyê, li gor amarên navenda virusa korona ya zanîngeha Johns Hopkins.

Amerîka di serê lîsta hejmarên pêketîyan de ye, li gel 17.5 milyon keys; Hidistan di pileya duyem de ye, li gel bêhtirî 10 milyon keys, û piştre Brazîl tê, li gel 7.1 milyon keys.

Li wîlayeta California, hin tîmên tenduristî roja Înê protestoyek li naveda Stanford a saxlemîyê birêve bir, ji ber ku navên wan û hin karmendên din ê saxlemîyê ne di nava lîsta ku divê vaksînê wergirin de bû.

Stanfordê daxwaza lêborînê kir û soz da ku rewşê di zûtirîn dem de çareser bike.

Rêxistina Saxlemîyê ya cîhanî got wê xwe gihandîye 2 milyar derzîyên vaksînên koronayê.

Rêvebirê rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesus got gihîştina wan vaksînan gerantî dike ku dora 190 welat wê karibin di çarîka yekem sala 2021ê de, derzîyên vaksînê li welatîyên xwe xin.

XS
SM
MD
LG