Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîmên Îro yên di Cama Cîhanê de Dilîzin Kîne?

Lîstikên Cama Cîhanê yên qonaxa 32'an îro Pêncşemê li du bajarên Kenedayê û yekî Amerîkayê berdewam dikin.

Li stadyuma Los Angeles, Spanya û Awustrya di lîstika pêşî de derdikevin hember hev. Herdu alî dê hewl bidin ku ev lîstik nebe ya dawî di vê qehremanîya FIFA'yê de.

li Bajarê Toronto yê Kenedayê, Portugal û Kroatya di maçeke çaverêkirî de tên pêşberî hev. Ji alîyê Portugalê ve çav li ser stêrka tîmê Cristiano Ronaldo ne û ji alîyê Kroatyayê jî dê Luka Modric tîma welatê xwe birêve bibe.

Di lîstika dawî ya roja Pêncşemê de, Swîsra û Cezayîr dê li bajarê Vancouver bi hev re bilîzin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG