Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozisyona Tirkiyê Çawa Plan Dike ku Siyasetên Erdogan Paşve Bixe


Turkey Elections
Turkey Elections

Opozîsyona Tirkiyê soz da ku eger di hilbijartinên 14ê Gulanê de were hilbijartin, dê gelek siyasetên Serokomar Tayyîp Erdogan berevajî bike, di nav wan de vegerandina demokrasiya parlamentoyê û ortodoksiya aborî, û guhertineke mezin di siyaseta derve de.

Meha borî Kemal Kiliçdaroglu, namzedê serokomariyê yê Hevpeymanîya Netewe ya şeş partiyan, bernameya opozîsyonê ya 100 rojên despêkê yên desthilatdariyê eşkere kir.

Soz ji vegerîn bo guheritna menê salane yê beharê, kêmkirina bac û kêmkirina bîmê , û guhertina sîtemê damezrandinê ji bo hemî karmendên giştî

Soza sereke vegerandina sîstema parlemanî ye, ku hevbendî dibêje dê "bi hêztir" be ji ya ku berî guhertina sala 2018 bo sîstema serokatiyê ya niha hebû.

Dê posta serokwezîrtiyê ya ku di sala 2017ê de ji aliyê Erdogan ve bi referandumê hatibû rawestandin vegerîne û serokatiyê bike roleke “bêalî” û bê berpirsyariya siyasî. Mafê serokkomarî yê vetokirina qanûnan û derxistina biryarnameyê dê ji holê bê rakirin.

Serok dê têkiliyên xwe bi her partiyek siyasî re qut bike, tenê yek xola heft-salî dê derbaz bike û piştre ji çalakîyên siyasê were qedexe kirin.

Desthilatdariya parlementoyê ya ji peymanên navneteweyî paşde vekişe dê di makezagonê de cih bigire. Her wiha dê li ser plansazkirina bûdceya hikûmetê jî zêdetir desthilat hebe.

Di rêveberiya giştî de lijne û ofîsên di bin serokatiya serokatiyê de dê bên rakirin û erkên wan ji wezaretên pêwendîdar re bên veguhestin.

Çavkanî: Reuters

XS
SM
MD
LG