Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îro Roja Azadîya Ragihandinê Ye


Roja 3’yê Gulanê li cîhanê wek Roja Azadîya Ragihandinê tê pîroz kirin.

Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî di Berfanbara 1993’an de biryar da ku wê rojê wek Roja Azadîya Ragihandinê bipejirîne.

Di vê rojê de li seranser cîhanê programên taybet yên wek panel, semîner, workşop tên darxistin û girîngî ji azadîya medya re tê balkişandin.

Mixabin di salên dawî de rewşa azadîya ragihandinê ber bi xirabtirbûnê ve diçe û astengîyên pêş rojnamegeran zêde dibin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonoio Guterres di daxuyanîya taybet ya ser vê rojê de dîyar kir ku ragihandina aza bo aştî, pêşveçûn û mafên mirovan şerta bingehîn e.

Guterres da zanîn ku li seranserê cîhanê givaştinên ser rojnamevanan zêde bûye û civakên ku givaştin lê hene, rojnamevan bedelên giran didin.

“Jiber ku tundûtûjîya dijî rojnamevanan bê ceza dimînin êrîşan li ser wan zêde dibin. Nûçeyên şaş jî dibin sedema çêbûna tundûtûjî û tawanên nefretê,” Guterres got.

XS
SM
MD
LG