Amareka ajansa Reutersê diyar kir ku nêzîkî 40 welatên cîhanê di vê hefteyê de hejmarên xwe yên herî bilind ên keysên koronayê di rojekê de ragihandin.
Asta keysên vîrusê ne tenê li welatên wek Amerîka û Brazîl û Hindistanê bilind dibêye, lê li Australya, Japon, Hong Kong, Bolivya, Sûdan, Ethyopya, Bulgarya, Belçîka, Uzbekistan, Îsraîl û hinekê din jî.
Gelek welatên ku pîvanên dûrbûna civakî û girtina cihên giştî sist kiribûn, niha rastî gurbûneke din a vîrusê têne.
Rêvebirê giştî yê Rêxistina Saxlemiyê ya Cîhanê Tedros Adhanom Ghebreyesus vê hefteyê gotibûku,”Em dê venegerin ser jiyana normal a berê. Belayê awayê jiyana me ya berê guherand.”
Şarezayên saxlemiyê dibêjin hejmara rast a pêketî û miriyan ji ya ku bi awayekî fermî tê ragihandin bêhtir e, bi taybetî li welatên ku sîstemên saxlemiyê lê ne pêşketî ne.
Amarên ajansa Reutersê agahiyan bêhtir ji welatên ku bi awayekî normal hejmaran radighînin werdigre.
Amerîka di serê lîstê de ye, ku vê hefteyê 4 milyon keys derbas kirin û 4 rojan li dû hev, rojê 1,000 mirî tomar kirin.