Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WSJ: Amerîka Hin Bataryayên Muşekan ji Rojhilata Navîn Vedikişîne


Rojnameya Wall Street Journal ji zarê karbidestên leşkerî ragihand ku Amerîka hin pergalên berevanîya esmên û bataryayên muşekan ji Rojhilata Navîn vedikişîne.

Li gor nûçeyê, Pentagon dê di meha pêş de çar sîstemên muşeka Patriot ji Urdun, Kuwêt û Bahreynê vekişîne.

WSJ dide zanîn ku tevgerên Pentagonê nîşan dide ku Washingtonê berê xwe ji pevçûnên demdirêj yên Rojhilata Navîn daye ser girjîya bi Çîn, Rûsya û Îranê.

WSJ dîyar dike ku Amerîka dê ji ji Urdunê yek, ji Bahreynê yek û ji Kuwêtê jî du pergalên muşekan vekişîne.

Piştî Amerîka ji peymana navokî ya bi Îranê re vekişîya girjîya di navbera Washington û Tehranê roj bi roj gur bû.

Ji alîyê din ve, di navbera Amerîka û Rûsya de jî jiber pevçûnên li Sûrîyê, maytekirina li hilbijartina seroktîyê ya sala 2016an û dagirkirina Qirimê, girjî çêbûne.

XS
SM
MD
LG