Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî îro Çarşemê Amerîka ser êrîşên Îsraîlê tawanbar kir.
Xamaneyî li Tehranê îdia kir ku Amerîka êrîşên Îsraîlê yên li Gaza bi rêve dibe.
‘’Amerîka bê guman şirîkê tawanbaran e, ew bi awayekî tawanên li Gaza dimeşîne’’
Wî dîyar kir ku bi xwîna zarok, jin û nexweşan leke li destê Amerîkîyan ketiye.
Amerîka jibo ku Îran û Hizbulaha Lubnanê, ku hevbendên Hamasê ne, tevî girjîyê nebin du gemîyên firoka şandin rojhilata Deryaya Sipî.
Washingtonê vê hefteyê piştrast kir ku wê jibo piştgirîyê jimareke şîretvanên leşkerî şandine Îsraîlê.
Jêder: AFP