Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xamaneyî: Jibo Vegera Ser Peymana Navokî Kiryar Pêdivî Ne


Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xamaneyî dîyar kir ku bo ew vegerin ser peymana navokî ya sala 2015’an ne gotin, lê kiryar pêdivî ne.

Ayetulah Alî Xamaneyî di kanala dewleta Îranê de dîyar kir ku ew bi dîplomatan welêt re ser peymana navokî axifîye.

‘’Min ji dîplomatên me re got ku bo em vegerin ser peymana navokî em ne li benda sozan, lê li benda kiryaran in.’’ Xamaneyî got.

Amerîka, Çîn, Brîtanya, Rûsya, Fransa û Almanya di sala 2015’an de bi Îranê re peymana navokî îmza kiribûn.

Serokê berê yê Amerîka Donald Trump di sala 2018’an de welatê xwe ji peymanê vekişandibû û Îranê jî ragihandibû ku ewê êdî li gor berpirsîyên peymanê tevnegere.

Rêvebirîya Serok Joe Biden dabû zanîn ku ew dikarin vegerin peymana navokî û li ser vê di navbera welatên rojavayî û Îranê de hevdîtin çêbûbûn.

Karbidestên Îranê dibêjin ku bo ew vegerin ser peymanê divê Amerîka hemî toleyên dijî wan rake.

XS
SM
MD
LG