Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xameneyî Pêşî li Danûstandinên bi Washingtonê re Digire


Rêberê olî yê Îranê Ayetulah Alî Xameneyî îro Sêşemê rê li ber danûstandinên ligel Washingtonê girt, piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump jiber êrîşên dijî kargehên neftê yên Erebistana Saudî Tehran tawanbar kir.

“Karbidestên Îranî, di çi astê de bin ferq nake, wê qet bi karbidestên Amerîkî nepeyîvin... jiber ku ew beşeke ji plana wan ya fişarxistina ser Îranê ye,” Xameneyî di televîzyona dewletê de got.

Wî got ku danûstandin tenê bi şerta ku Amerîka vegere ser rêketina navokî dikare pêkan be ku Trump Amerîka ji wê peymanê derxistibû.

Trump roja Duşeme gotibû ku wiha dixuye ku Îran li paş êrîşa dijî Erebistana Saudî ye, lê wî gotibû ku ew naxwaze şerekî bi Îranê re bike.

XS
SM
MD
LG