Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ruhanî ji Rakirina Toleyên Aborî Kêfxweş E, lê Şikên Xwe Dubare Dike


Xameneyî û Ruhanî
Xameneyî û Ruhanî

Rêberê ruhanî yê Îranê Alî Xameneyî rakirina toleyên aborî yên navnetewî yên ser Îranê bi erênî pêşwazî dike, lê nerazîbûna xwe derbarê kontrola tund ya Amerîka ya ser programa navokî dubare dike.

Xameneyî îro Sêşemê peyamek şand Serokê Îranê Hesen Ruhani û ew bo cîhanîna navokî ya navnetewî pîroz kir ku beramber qedandina bernama navokî, toleyên aborî yên navnetewî tên rakin û rê li ber derfirotina neftê vedibe.

Xameneyî hişyarî da û got ku divê Îran di mijara navokî û çend babetên girîng de, hember welatên xapanok û nedirust yên yen wek Amerîka baldar û haydar be.

Xameneyî daxwaz ji Ruhanî kir ku Îran misoger bike ku alîyên din jî berpirsîyên xwe bi tevahî cîh bînin.

XS
SM
MD
LG