Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sunday Times: Li Îranê 16,500 Xwepêşander Hatine Kuştin

Iran Protest Jan 9 2025
Iran Protest Jan 9 2025

Rojnameya Brîtanî Sunday Times, îro Yekşemê li gur îdîaya bijîşkan, ragihand ku herî kêm 16,500 xwepêşander ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hatine kuştin û 330,000 kes jî birîndar bûne.

Rojnameyê ragihand ku piraniya kuştiyan di du rojên xwepêşandanên roja Pêncşemê, 8’ê Çile û Înê, 9'ê Çile de hatine kuştin.

Sunday Times kuştin wekî serkutkirina herî hovane ya di dîroka 47 salan a Îranê de bi nav kir.

Di demekê de ku wezîrê derve Abbas Eraqçî di hevpeyvînekê de bi Fox News re got ku "tenê çend sed kes" di xwepêşandanên dijî hikûmetê de hatine kuştin. Rêberê Olî ê Îranê Elî Xameneyî di gotarekê de roja Şemiyê piştrast kir ku bi hezaran kes hatine kuştin.

Komara Îslamî a Îranê xwedî dîrokeke dirêj a kuştina xwepêşanderan li Îranê ye, Elî Xameneyî bi şêweyekî taybet û bi berdewamî fermana kuştinê dide.

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja Şemiyê Rêberê Bilind ê Îranê Elî Xameneyî wekî "mirovekî nexweş" bi nav kir û got ku Îran "ji ber serokatiya xwe ya qels, Îran cihê herî xerab yê jiyanê ye."

XS
SM
MD
LG