Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xanima Yekê Melania Trump ji Amerîkîyan Xatir Dixwaze


Xanima Yekê Melania Trump berî ji Qesira Sipî derkeve ji hesabên xwe yên medya civakî ji Amerîkîyan xatir xwest.


Melania Trump bi vîdeoyeke şeş deqîqeyî de dîyar kir ku çar salên wê yên dawî yên li Qesira Sipî ‘’pir xweş’’ bûne û spasîya Amerîkîyên ‘’wêrek û welatperwer’’ kir.

Wê di axaftina xwe de bûyerên tundûtûjîyê yên li Kongresê bi bîr xist û bang li Amerîkîyan kir ku li şûna nefretê, hezkirinê û li şûna şer jî lihevkirinê bibêjirin.

Serokê Amerîka Donald Trump dîyar kiribû ku ewê beşdarî merasîma sondê ya serokê hilbijartî Joe Biden nebe ku bi vî awayî li Amerîka piştî 151 salan kevneşopîyek rawestîya.


Xanima Yekê Melania Trump, Xanima Yekê ya nû Jill Biden bo gera li Qesira Sipî venexwend û bi vî awayî wê jî kevneşopî guherand.

Serokê hilbijartî Joe Biden dê sibê Çarşemê sond bixwe û dest bi kar bike.

XS
SM
MD
LG