Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hin Senator Dibêjin ku Berpirsê Kuştina Xaşiqcî, Mihemed Bîn Salman E


Seroka Ajansa Îstxbaratî ya Navendî (CIA) Gina Haspel ser kuştina rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî brîfîngek da senatoran.

Pişti civînê, senatoran dîyar kir ku divê dijî Erebîstana Saudî gavên hîn tundtir werin avêtin.

Hin senatoran ji rojnamevanan re da zanîn li gor fikra wan di kuştina Xaşiqcî de tilîya Prensê Cîgir yê Erebîstana Saudî Mihemed Bîn Salman heye.

Di nav kesên wisa difikirin de senatorên Komarî jî hene û wer xuya dibe ku dê zexta li ser Qesra Sipî zêde bibe.

Senator Lindsey Graham, ku di sîyasete derve de piştgirîya Serok Donald Trump dike, da zanîn ku Erebîstana Saudî li Rojhilata Navîn yek ji hevkarên herî girîng e û got ku ‘’Lê divê Amerîka ser kuştina Xaşiqcî bertekekê nîşan bide’’

Hin senatorên din yên payabilind jî dîyar kirin ku divê dijî Mihemed Bîn Salman gavek were avêtin, lê zarar neyê gelê Erebîstana Saudî û peywendîyên Washingtonê û Rîyadê.

Xaşiqcî, ku li Amerîka dima û nivîskarê Washington Postê bû, di 2’ê Cotmehê de dema bo sitandina belgeya zewacê çûbû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê, li wir hatibû kuştin.

XS
SM
MD
LG