Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

WSJ: Xaşiqcî li Pêş Çavên Konsolosê Erebîstana Saudî Hat Kuştin


Rojnameya Wall Street Journal (WSJ) îdia kir ku rojnamevanê Saudî Cemal Xaşiqcî, di 2’ê Cotmehê de li pêş çavên Konsolosê Erebîstana Saudî yê Stenbolê Muhammed El-Uteybî hatiye kuştin.

WSJ ji zarê karbidestên Saudî dîyar kir ku karbidestên Tirk dê li rezîdansa El-Uteybî ti lêgerînê nekin.

Rojnameyê ji çavkanîyên Tirk yên ku navên wan eşkere nekir da zanîn ku ‘’Tîma kuştinkarîyê berê li pêş çavên El-Uteybî li Xaşiqcî xist, piştre ew bi dermanên xist xewê û piştî kuştinê jî termê wî parçe kir’’

Jêderan ji rojnameyê re dîyar kir ku Xaşiqcî piştî ketiye Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê tavilê hatiye kuştin.

Li gor agahîyên heman jêderan dane ‘’tîma kuştinkarîyê’’ di 2’ê Cotmehê de ji Rîyadê hatiye.

Xaşiqcî herî dawî di 2’ê Cotmehê de dema ketibû Konsulxaneya Erebîstana Saudî ya Stenbolê hatibû dîtin.

Tirkîye ser gumana kuştina Xaşiqcî disekine, lê Erebîstana Saudî vê îdiayê red dike.

XS
SM
MD
LG