Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Beşa Kurdî ya Dengê Amerîka Dibe Xwedîyê Xelata David Burke ya 2019'an


Amanda Bennett Rêvebera Giştî Ya Dengê Amerîka
Amanda Bennett Rêvebera Giştî Ya Dengê Amerîka

Roja Çarşemê di rê û resmekê de saziya "USAGM" Ajansa Amerîkî Ya Medîya Cîhanî dê xelata salane ya bi navê David Burke dabeş bike ku hersal pêşkeşî rojnamevanîya jêhatî û rojnamevanên bijarde tê kirin, yên ku li ciyên şer û nakokba kar dikin .

Xelata îsal 2019an, yek ji kesên bo vî xelatî hatîn desnîşan kirin nûçegihanê Dengê Amerîka pişka Kurdî li Qamîşlo – Sûriyê Fahîm Omer (Zana Omer) e.

zana Omar
zana Omar

Zana Omer ji ber karê wî yê rojnamegerî yê jêhatî û diyar, wêrek û bê aliya wî ji hejî vî xelatî hat dîtin. Zana Omer di karê rojnamevanî de û kar kirna di qada şerên Sûriyê de, herwiha mijarên wî yên belanskiriî yên civakî, siyasî û çandî bo wergirtina xelat hatî hilbijartin.

Xelat Îro Çarşemê 13.11.2019ê li avahiyê Dengê Amerîka li Washington ya paytext di mersîmekê de dê ête bexşîn, ji derveyî nûçegihanê pişka Kurdî ya Dengê Amerîka USAGM xelat daye hin kes û saziyên din yên weke Raditoya Afganistanê (Radiyoa Azadiyê) ku beşeke ji Radiyoa Ewrûpa Azad – Radiyoya Azadiyê – RFE/RL, ku li bajarê Prag weşana xwe bi zimanên cuda dike.

Herwiha xelata îsal ya David Burke daye OCB, ofîsa Weşanên Kuba û RFA Radioya Asya Azad, ku her hemû girêdayî mediya Amerîka ye bo herêmên cuda li cîhanê.

XS
SM
MD
LG