Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

CBS: Hejmara Temaşevanên Xelatên Emmy Rabû 7,4 Mîlyon Kesan


CBS’ê ragihand ku weşana ser Xelatên Emmy, ku roja Yekşemê hatibûn dayîn, temaşevanên xwe li gor sala borî 16 ji sedê zêde kiriye û giheştîye 7,4 mîlyon temaşevanan.

Sala borî merasîma Xelatên Emmy jiber pandemîya vîrusa korona bi awayekî onlayn li dar ketibû û hejmar temeşvanên wê bernameya di televîzyonan de herî zêde tê temaşe kirin daketibû 6,4 mîlyon kesan.

CBS’ê da zanîn ku hejmara temaşevanên roja Yekşemê ji 2018’an vir ve ya herî bilind e û dîyar kir ku di wê hejmarê de kesên bername li derve, li bar û restoranan temaşe kirine tune ne.

Çend sal in rêjeya temeşevanên bernameyên televîzyonan dadikevin.

Rekora dawî ya Xelatên Emmy di sala 2013’an de çêbûbû ku wê salê 17,7 mîlyon kesan bername temaşe kiribû.

Di bernameya roja Yekşemê de, ‘’The Crown’’ û ‘’Ted Lasso’’ xelatên giranbuha sitandin û Netflix û Apple TV jî serketinên mezin bi dest xistin. Netflix’ê bi 44 berheman xelat sitand ku û ew di dîroka Xelatên Emmy de rekor e.

Bernameya roja Yekşemê ya li Los Angelesê jiber pandemîya vîrusa korona bi kêm navdar û mêvanan li dar ket, lê bi wan hat raber kirin ku pîrozbahîyên rûbirû û danîna xalîçeyên sor dikarin jinûve destpê bikin.

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG