Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Ruhayê Dibêje li Gundîyên Binçavkirî Êşkence Tê Kirin


Di 18'ê vê mehê de li gundê Derto (Dergul) ya bajarokê Xelfetî ya Ruhayê operasyonek hat destpê kirin û pevçûnek rû da.

Medya Tirkîyê ragihand di pevçûna bi endamên PKK’ê de polîsek û du endamên PKK’ê hatine kuştin û 2 polîs jî birîndar bûne.

Piştî pevçûnê, li gund operasyonek hat destpê kirin û gelek gundî hatin binçav kirin û operasyon li gundên bajarokê Bozova jî dewam kir.

Li gor Baroya Ruhayê, jin jî di nav de, bi giştî 54 kes desteserkirî ne û li hin gundîyan êşkence hatiye kirin.

Roja Duşemê ser torên civakî hin foto hatin belav kirin ku di dema desteserkirina gundîyên Bozova hatine girtin. Di wan wêneyan de xuya dike ku 12 kes serdevkî li erdê hatine rêz kirin û destê wan di paş de hatine kelemçe kirin.

Serokê Baroya Ruhayê Abdullah Oncel li ser îdiaya êşkencê got ku piştî dîmenên Bozovayê ew Duşema bi şev çûn Navenda Tekoşîna li Dijî Terorê (TEM) û ew bi 4 gundîyên gumanbar re axifîn.

“Li serê wan û laşê wan şopên êşkencê hebûn, lê jiber tirsê newêribûn ku bêjin di binçavan de êşkence li wan tê kirin. Gundîyan got ku şopên êşkencê ji dema binçavkirinê mane, lê li gor çavderîya me, di dema binçavkirinê de jî êşkence li wan tê kirin."

Oncel da zanîn ku ser îdiaya êşkenceyan, wan djî berpirsan gilî li Serdozgerîya Ruhayê kiriye.

Hun dikarin agahîyên zêdetir li ser fayla deng guhdar bikin.

KHF_05_21_2019_Xelfetî_Bozova
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:19 0:00

XS
SM
MD
LG