Yek ji rêvebirên payabilind yên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) Rêdûr Xelîl ji Reuters’ê re da zanîn ku Tirkîye di operasyona Efrînê de tawana cengê dike û di êrîşên wê de heta niha 66 sîvîl hatine kuştin.
Xelîl da zanîn ku ger Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan qada cengê berfireh bike ewê bersîvê bidinê.
Rêdûr Xelîl dîyar kir ku ew bawer dike ku Koalîsyona bi Pêşengîya Amerîka ya Dijî DAIŞ’ê hewil dide ku Tirkîye operasyonê rawestîne.
Erdogan gotibû ku ewê sînorê Sûrîyê paqji bikin û ew dikarin heta tixubê Îraqê jî operasyonên xwe bidomînin