Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hunermend Diljen Ronî Ser Albuma Xwe ya Nû Dipeyîve


Diljen Ronî
Diljen Ronî

Hunermendê Kurd Diljen Ronî albûmek nû ya bi navê “Xewna Derew” derxist ku ji stranên tarza pop-rock pêk tê.

Ronî strana Kerem Gerdenzerî yê Koma Wetan ya bi navê “Sînê” jinûve şîrove dike û strana “Ez û Yar” ya helbestvanê navdar Cegerxwîn jî distire.

"Xewna Derew" jî 9 stranan pek tê û 4 ji wan ji alîyê Ronî ve hatine nivîsîn û awaza 7 stranan jî dîsa ji hêla wî hatine danan.

“Carna mirov xwe di nav xewneke xweş de dibîn. Jîyan xweş e, evîn xweş e, hezkirin xweş e. Mirov dibêje ev xewneke xweş e, lê paşê mirov dema lê dinêre ku ew hemî derew derketine. Serpêhatî û jîyana mirovan, xewnên wan derew der dixîne. Jiber vê, min navê albûma xwe kir “Xewna Derew”.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Ronî di sala 2008an de albûma yekê "Çend Gotinên Evînê” derxistîbû û dû re albûmên bi navê "Du Demsal" û "Çile- Klasîkên Kurdî" giheştibûn guhdarên wî.

MEB_11_29_2018_Diljen_Roni
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:31 0:00

XS
SM
MD
LG