Lînkên eksesibilîtî

KCK Platforma Vegera li Axên Qedîm Ava Kir


Gundekî Kurd

Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) "Platforma Vegera li Axên Qedîm" ava kir û bang li Kurdîstanîyan kir ku vegerin cîh û warên xwe

Kongeraya Civaka Demokratîk (KCD) "Platforma Vegera li Axên Qedîm" ava kir û bang li Kurdîstanîyan kir ku vegerin cîh û warên xwe.

Li ser navê platformê hate gotin ku di salê 90’î de, piştî ku şerê nav dewlet û PKK’ê geş bû, dewletê polîtîkaya koçberîya bi zorê da destpê kirin. Bi vê polîtîkayê nêzîkî 4 hezar gund hatin vala kirin û pirtir jî 3 mîlyon Kurd jî bûn koçber.

Daxuyanîya KCD'ê bi berdewamî got, jibo vegera gundan astengî hene; divê sîstema qorîcîtîyê rabe, Komîsyona Heqîqetan were ava kirin û paqijkirina zevîyan ji mayînan cîh were.

Hevseroka KCD Aysek Tugluk jî di axaftina xwe de li ser polîtîqayên dewletê sekinî.

Tugluk got, dewletê bi polîtîkayên salên 90'î de xwest ku cografya, çand û civaka Kurdan serûbin bike û Kurdistanê vala bike. Wê got dewletê bi van polîtîkayan, dijî hiqûqê û qanûnan derket.

Tugluk di dawîya axaftina xwe de bang li hemî Kurdan kir ku vegerin cîh û warên xwe.
XS
SM
MD
LG