Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xi jibo Mirina Kissinger Sersaxî ji Biden re Xwest


Wezareta Derve ya Çînê ragihand ku Serokê Çînê Xi Jinping û karbidestên payabilind yên welêt ser mirina dîplomatê dêrîn yê Amerîkê Henry Kissinger ji Serokê Amerîka Joe Biden re peyamên sersaxîyê şandine.

Kissinger ku pirtir ji 100 caran serdana Çînê kiribû herî dawî meha Tîrmehê bi Xi re li Pekînê kom bûbû.

Berdevkê Wezareta Derve Wang Wenbin di preskonferansekê de got ku Kissinger dostê Çînîyan bû û dîyar kir ku wî pêşengîya avakirina peywendîyên Çînî û Amerîkayan kiriye û bandoreka wî ya dîrokî heye.

Wang dîyar kir ku Çînî wê wî bi peywendîyên wî yên ji dil û bandorên wî yên girîng bi bîr bînin.

‘’Çîn û Amerîka divê vîzyona stratejîk ya Kissinger û wêrekîya wî ya sîyasî û kûrbûna wî ya dîplomatîk pêşve bibe’’

Wî got ku Serokwezîrê Çînê Li Qiang û Wezîrê Derve Wang Yi jî ji malbata Kissinger re û Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken re peyamên sersaxîyê şandine.

Peyamên li ser medyaya civakî nîşan dan ku mirina Kissinger Çînîyên ji rêzê jî xemgîn kiriye.

Mamosteyê Zanîngeha Hong Kongê Brian Wong, ku pisorê stratejîya jeopolîtîk e, dîyar kir ku Kissinger li gor Çînîyan dîplomatekî wisa bûye ku ew fehm dikirine.

Wong got ku Kissinger salên 1960 û 1970'yî dîtîye ku divê Çîn ji îzolasyona xwe derkeve.

Kissinger, ku dema rêvebirîyên seroktîya Richard Nixwon û Gerald Ford wezîrtîya derve û şîretvanîya ewlekarîya neteweyî kiribû, cara pêşî sala 1971’ê serdana Pekînê kir û rê li ber peywendîyên dîplomatîk yên Amerîka û Çînê vekir.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG