Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Çînê Xi û Rêberê Koreya Bakurî li Pekînê Civîn


Serokê Çînê Xi Jinping geşbînîya xwe dîyar dike ku Koreya Bakur û Amerîka dikarin peymana hefteya borî ya li hilcivîna Sîngaporê bi cîh bînin.

Xi ku îro li Pekînê pêşwazîya Serokê Koreya Bakurî Kim Jong Un kir, got ku hilcivîna navbera Kim û Trump, di hewlên bênavokîkirina Nîvgirava Koreyî de pêngaveke dîrokî ye û ew hêvî dike ku ew rêketin di pratîkê de were cîhanîn.

Televîzyona CCTV ya Çînî, ji carên berê cûdatir, vê carê dîmenên Kim nîşan dan ku li Pekînê xwane dibû. Televîzyona Çînî bal kişand ku jibo serdana Kim, pîvanên ewlehîyê li Pekînê hatine zêde kirin.

Berdevkê Wezareta Derve yê Çînî Geng Shuang ji nûçegîhanan re got “Pekîn hêvî dike ku serdana Kim ragihandina dualî ya ser mijarên girîng yên derbarê aramî û aştîya herêmî xurtir bike.”

XS
SM
MD
LG