Xirabkarên Afganî, di kemînekê li parêzgeha Baghlan de çar leşkerên Alman kuştin û pêncên din jî birîndar kirin.
Wezareta Berevanîya Almanya ragihand ku milîtanan evro bi mûşekan êriş birin ser nobedarîya serbazên Alman. Ji sala 2002’an heta niha, bi kêmî ve 43 serbazên Alman li Afganistanê hatine kuştin.
Di tund û tûjiyên din de, karbidestên Afganî dibêjiin li peqîneke otombîlê nêzîkî otelekî li bajarê Kandahar, bi kêmî ve şeş kes birîndar bûn. Karbidest dibêjin bi sedema peqînê, pencerên otelê şikestin û çend otomobîlên nêzîkî wê derê hilweşîn. Ti hurgilîyên din li ser bûyerê nehatine ragihandin.
Her wisa, Komîteya Navnetewî ya Xaça Sor radigehîne, di encama êrîşên Talîban ya îsalê de, jimareya qûrbanîyên sivîlên Afganî zêdetir bûne.
Raporta Xaça Sor ya îro hatiye weşandin xuya dike ku, jimara qurbaniyan ku li du mehên destpêka sala 2010’an li nexweşxaneyeke Qandahar hatine derman kirin, li gorî heman dema sala çûyî, 40 ji sedê zêdetir bûye.