Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Hejmara Xwekuştinan Zêde Dibe


Li gor rapora Partîya Gel ya Komarî (CHP) di nava 17 salên dawî de 53 hezar 784 kes xwe kuştine.

CHP îdia dike ku niha ji 10 mîlyonî zêdetir mirov bêkar in û krîza ekonomîk sedemên bingehîn in.

Di nava salekê de tenê li Amedê 18 kes jiber deynên xwe û jiber bêkarîyê xwe kuştine.

Dr. İsrafil Bulbul
Dr. İsrafil Bulbul

Pîskîyatrîst Îsrafîl Bulbul ji Dengê Amerîka re got ku di 50 salên dawî de rêjeya xwekuştinan li Tirkîyê 50 ji sedî bilind bûye ku ji 100 hezarî 4 kes xwe kuştine.

Bulbul dibêje ku bingeha serekî ya nexweşîyan psîkyatrîk in, lê krîza ekonomîk jî bingeke girîng e.

''Ji pênc jinan yek, herî kêm careke dikevin depresyonê, lê di nava zilaman de ev rêje ji dehan yek e. Depresyon û hewila xwekuştinê di jinan de zêde ye, lê zilam sê caran ji jinan zêdetir xwe dikujin.''

Bulbul bi berdewamî dibêje ku di pandemîyê de jî di jin û meran de xemxwarî (anksîyete) û depresyon zêde bûye.

''Sedemên xwekuştinê ji sedî 90 nexweşînên pîskîyatrîk in, lê nêrîna civakî li hember çûyîna doktoran û dermankirinê jibo başbûnê dibin asteng.

Depresyon nexweşîyek e û dikare were tedawî kirin, xwekuştin jî tevgerek e ku mirov dikare rê li wê bigire,'' Bulbul dîyar dike.

KHF_10_11_2021_Xwekuştin_Aborî
please wait

No media source currently available

0:00 0:06:27 0:00

XS
SM
MD
LG