Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Du Êrîşên Xwekujî de 3 Leşkerên NATO li Afganistanê Hatin Kuştin


Leşkerên NATO
Leşkerên NATO

Reuters’ê îro Înê ragihand ku leşkerekî NATO, di êrîşeke xwekujî ya li Kabul ya Afganistanê hatîye kuştin û 6 kesên din jî birîndar bûne.

Birîndar li nexweşxaneya leşkerî ya Amerîkî ya li Bagramê hatin derman kirin.

Karbidestekî Amerîkî, bi şertê ku navê wî eşkere nebe, ji Reuters’ê re da zanîn ku leşkerê hatîyê kuştin ne Amerîkî ye û nexwest zêdetir agahî derbarê êrîşê bide.

Ji 39 welatên koalîsyona NATO, bi qasî 13,000 leşker şêwirmendîya leşkerên Afgan dikin û wan perwerde dikin.

Pêr Çarşemê jî, di êrîşeke xwekujî ya li Kandahar ya li başûrê Afganistanê du leşkerên Amerîkî hatibûn kuştin û berpirsîya êrîşê Talîbanê girtibû ser xwe.

XS
SM
MD
LG