Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hemî Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî Hatin Berdan


Hemî xwendekarên desteserkirî yên Zanîngeha Bogazîçî ya li Stenbol ya Tirkîyê, ku di protestoyên dijî erkdarkirina rektor de hatibûn desteser kirin, hatin berdan.

51 xwendekar bi tedbîrên dadî yên wekî ‘’qedexeya derketina derveyî welêt’’ û ‘’avêtina îmzaya mecbûrî’’ serbest man.

Ew xwendekarên desteserkirî li ser vekolîna Serdozgerîya Komarîya ya Stenbolê, bi daxwazên ‘’girtin’’, ‘’derneketina ji malê’’ û ‘’qedexeya derketina derveyê welêt’’ bo dadgehê hatibûn veguhastin.

Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçî piştî îfadeyên li dadgehê hatin berdan.

Berdevikê Wezareta Derve ya Amerîka Ned Price do Çarşemê dîyar kiribû ew jiber desteserkirina xwendekaran ketine fikaran.

Wî herwiha dîyar kiribû ku ew gotinên dijî koma LGBTQIA yên bi protestoyên dijî rektor destpê kiribûn bi tundî şermezar dikin.

XS
SM
MD
LG