Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Tirkîyê Xwendingeh Wê Kengî Vebin?


Li Tirkîyê di 31'ê Tebaxê de perwerdeya online destpê kir û 18 mîlyon xwendekar niha li malê bi rêya înternetê ser sîstema bi navê EBA tên perwerde kirin.

Wezîrê Perwerde yê Tirkîyê Zîya Selçuk ragihand ku ji ew 21'ê Îlonê pê ve hefteyê du rojan li dibistanan dest bi perwerdeya rûbirû dikin.

”Niha em di polên yekê de dest bi perwerdeya rûbirû dikin û li gor rewşa pandemîyê û pêşnîyarên Lijneya Zanistî em dixwazin polên 8 û 12'an jî vekin.”

Sendîkaya Kedkarên Perwerdeyê (EGITIM-SEN) li Amedê bi daxuyanîyekê got ku divê Wezareta Perwerdeyê heta niha avahîyên dibistanan li gor pêdivîyên parastina ji virûsê rûbirû amade bikira.

Rêvebirê EGITIM-SEN'ê, Fesîh Zîrek dibêje ku % 10 zarokan jî feyde ji perwedeya online nabînin. “Divê perwerdeya rûbirû destpê bike, lê divê li her polekê tenê 12 xwendekar hebin.”

Zîrek herwiha pêşnîyar dike ku divê wezaret bê pere maskên parastinê bide xwendekaran û dîsa ji mamoste û xwendekaran re testa PSR bike.

XS
SM
MD
LG