Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenîşandanên Tûnisê Berdewam in

Xwenîşandanên Tûnisê Berdewam in
Xwenîşandanên Tûnisê Berdewam in

Bi sedan xwenîşanderên li dijî hikûmetê roja Çarşembî hatine ser şeqamên paytexta Tûnisê û daxwaz kir ku hevalbendên serokê berê li hikûmetê nemînin.

Piştî ragihandina hikûmeta nû ya Tûnisê ji layê Serokwezîr Muhemed Xenûşî ve, wezîrên berevanî, navxwe û derve her li ser postên xwe man.

Karbidestên opozisyonê bitinê ji bo postên wezaretên ne serekî hatin destnîşan kirin. Bi kêmî ve çar wezîrên opozisyonê xwe ji hikûmeta nû vekêşa, bitenê çend rojekan piştî ragihandina hikûmetê.

Serokê berê Zeynel Abidîn Bin Alî roja Înî revîya Erebîstana Seûdî, piştî xwenîşandanên li dijî bêkarî û giranîya bihayê xwarinê bo demê meheke berdewam bûn.

XS
SM
MD
LG