Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Parêzgeha Helebce Xwepêşandan Dom Dikin Kuştî Û Birîndar Hene


xwepêşandanên Herêma Kurdistanê- Helebce
xwepêşandanên Herêma Kurdistanê- Helebce

Piştî xwepêşandaên nerazî yên doh li herêma Helebce û derketina alozî û tundiyê, îro Sêşemê dîsan xwepêşandan li Bajarê Helebce, Qezayên Seydsadiq û Şarezarê destpê kirin û hejmarek kuştî û birîndar hene.

Nûçegihanê Dengê Amerîka ji nahiya Xormal ya girêdayî parêzgeha Helebce ragihand ku xelkê nerazî bingehên partiyên siyasî yên her hemûyan, partiyên desthilatdar û yên di hikûmetê de şewitandin, ofîsa PDK, YNK, Tevgera Goran, Komela Îslamî û Bizotinweya Îslamî agir tê berdan.

Herwiha li Xormal avahiyê Zêrevanên Sinorî, Rêveberiya Nahiya Xormal û avahiyê Polîsên Trafîkê hatin şewitandin, di dema şewitandina bingehê partiya PDKê de, çendîn xwepêşander ji hişên xwe çûne, lê ji aliyê xwepêşanderan ve hatin rizgar kirin.

Li qeza Seydsadiq car din xwepêşandan destpêkirin, Taha Ehmed berpirsê ragihandinê yê qaymeqwamiya qeza Seydsadiq gote Dengê Amerîka di dema 24 demjimêrên borî de xwepêşanderek yê 13 salî hatiye kuştin û 10 xwepêşander jî birîndar bûne, di nava birîndaran de 4 polîs hene, birîna yek ji xwepêşanderan giran e, Taha Ehmed dîsan got, piştî nîvro xwepêşandan hebûn û avahiyê qaymeqamiyê şewitandin û herwil didin ku avahiyê rêveberiya perwerdê û yê trafîkê bişewitînin lê hêzên ewlekariyê rêgirî kirîye.

Di nava saziyên hikûmetê û dayîreyan de hejmarek belgeyên welatiyan hatine şewitandin.

Di heman demê de li qeza Şarezor jî xwepêşandan hatine destpêkirin. Kemal Ehmed, berpirsê ragihandinê yê Nexweşxana Şehîd Raouf Beg gotiye Dengê Amerîka, li Şarezor, avahiyê rêveberiya perwerdê, avahiyê polîsên Trafîkê û mala qaymeqamî hatine şewitandin, lê heta niha birîndarek ne anîye nexweşxanê.

Li gorî pêzanîn bi dest Dengê Amerîka ketine, pêşwext sazî û ofîsên hikûmetê belge û dokûmêntên xwe ji avahiyan derxistine û birine derveyî wan sazî û ofîsan.

XS
SM
MD
LG