Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karmend li Silêmaniyê Paşketina Mûçeyan Protesto Dikin


Xwepêşandana mamostayan li Bajarê Silêmaniyê
Xwepêşandana mamostayan li Bajarê Silêmaniyê

Ji sedema kirîza aborî û darayî li Herêma Kurdistana Îraqê û birîna mehane û paşketina mûçeyên karmendan, îro Yekşemê la çendîn bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê di nav da bajarê Silêmaniyê xwepêşandan û protesto hatin encam dan.

Di xwepêşandan û meşên protestoyî da hezaran xelkê nerazî, ji mamostayên bajarê Silêmaniyê xwepêşandanek rêxist, bi meşekê ji avahiyê Perwerda Rojava ya parêzgeha Silêmaniyê ber bi avahiyê Dadgeha bajarî ketin rê.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê pirsa kirîza aborî û paş ketina mûçeyên karmendan vedigerîne bo alozî û duberiyên bi hikûmeta Navendî ya Bexda ra.

Lê xwepêşandan bi sedemên nedan û birîna mûçeyan yên ji aliyê hikûmeta Hewlêrê ve têne gotin qayîl nabin, jiber wê yekê tevî Silêmaniyê li gelelk bajar û bajarokên din xwepêşandanên heman şêweyê Silêmaniyê hatin encam dan û nerazîbûna xwe li hember kêm kirin û paş xistina mûçeyan nîşan da.

Raporta Silêmaniyê - 27 09 2020
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:57 0:00

XS
SM
MD
LG