Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pênc Salin Qedexeya Xwepêşandanan li Wanê Dom Dike


Polîsê Bajarê Wanê

Walîtîya Wanê ji 21’ê Mijdara 2016’an vir ve her 15 rojan carekê qedexeya xwepêşandan, daxuyanî û çalakîyan radigihîne. Qedexeya walîtîyê di sala 5’an de jî berdevam dike.

Walîtî di daxuyanîyên xwe de mafê xwe yên qanûnî bi bîr tîne û sedemên radigihandina qedexeyan jî êrîşên terorî, ewlekariya neteweyî û belavbûna vîrusa korona nîşan dide.

Parêzer Mahmut Kaçan
Parêzer Mahmut Kaçan

Rêvebirê Baroya Wanê Parêzer Mahmut Kaçan dibêje, ku mafê walî heye ku tenê çalakîyekê an jî xwepeşandanekê qedexe bike, lê mafê wî yê qedexeyên dem dirêj û berfireh tuneye.

"Her tim walîtî hinceta qedexeyan 'qanûna rêveberiya bajêr' û 'qanûna civîn, meş û xwepêşandanan' nîşan dide. Di esasê xwe de ev herdu qanûn mafê qedexekirina çalakîya ku mijara vê dîyar dide walîtîye. Lê walîtî tevahîya çalakîyan qedexe dike. Mixabin ev yêk di sala 5’an de jî berdewam dike û qanûna bingehîn û peymana mafê mirovan tê binpê kirin."

Parêzer Kaçan got, ku walîtî ji bilî çalakîyên Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) hemî çalakîyên partîyên opozisyonê, sazî û dezgehên li bajêr qedexe dike, Kaçan dibêje.

"Em di pratîkê de dibînin ku tevî qedexeyan hemî çalakî jibo partî, sazî û dezgehên nêzî hikûmetê serbest e. Ji alîyê din çalakîyên jibo balkişandina qirêjîya behra Wanê, pirsgirêkên panaberan û herwiha tên qedexe kirin. Di heman çarçoveyê de çalakî û xebatên derve yên partîyên sîyasî jî tên asteng kirin û qanûna partîyên sîyasî tê binpê kirin."

Kaçan berdevamîya axiftina xwe de dîyar kir ku bi van qedexeyan mafê azadîya raman hatîye tune kirin û got ku di nava vî demî de dezgehên ragehandinê jî nikarîne bi azad û çalak bixebitin.

"Di heman demî de dijî rojnamevanan lêpirsin û girtin zêde bûne. Herî dawî jî çend rojnamevan jiber ku li ser îşkencekirina du rûniştvanan nûçe çêkiribûn, bi îdîayên ji rêzê hatibûn zîndan kirin."

Baroya Wanê heya niha jibo bidawî kirina qedexeyan 14 caran serî li Dadgeha Îdareya Wanê daye û ji wan 13 serlêdan hatine red kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:03:09 0:00


XS
SM
MD
LG