Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mustafa Ozcelik : Daxwazên Rewa Nabe bi Şîdetê Bên Qirêjkirin


Xwepûşandanên dijî desthilatê li Herêma Kurdistana Îraqê.

Xwepêşandan û aloziyên li bajarê Silemênî û navçeyên wê didomin. Siyasetvanên Kurd li bakûr, li ser rewşa xeter ya heyî daxuyaniyan belav dikin.

Di daxuyaniyan de, balê didin ser mafên demokratîk yên rewa yên gel, lê hişyarî didin ku, mafê rewa yê demokratîk nebe sedema têkçûna destkeftiyên bi salan.

Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Mustafa Ozcelik ji Dengê Amerika re axivî. Wî rewşa referandum bibîr xist û got Bexda û îran dixwazin destkeftiyên Kurdan ji holê rakin.

Siyasetvanê Kurd got divê gel li destkeftiyên xwe xwedî derkeve, daxwazên rewa nabe ku bi tûnd û tûjîyê bêne kirêt kirin.

Wî bal kişande ser berpirsiyariya partiyên siyasî û got, divê Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistanê, ji bo çareser kirina pêwîstî û pirsgirêkên gelê Kurdistanê bernameyeke maqûl û guncaw dîyar bike û pêk bîne.

Herwisa jibo asayişê got, bêyî ku tûnd û tûjîyê li dijî gel bi kar bîne divê bi sebir û rêz bin.

Mustafa Ozçelik di dawiya axaftina xwe de got, derdê Bexdayê ne referandum bû, derdê wan têkbirina destkeftiyên Kurdan e.

please wait

No media source currently available

0:00 0:04:34 0:00

XS
SM
MD
LG