Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yaman Akdenîz: AKP bi Qanûneke Nû Dixwaze Medya Civakî Kontrol Bike


Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) ku partîya desthilatdar ya Tirkîyê ye jibo kontrolkirina medya civakî paketek ji parlamana Tirkîyê re pêşkêş kir ku ji 11 xalan pêk tê.

Li gor paketê, jibo torên medyaya civakî yên ku rojane pirtir ji 1 mîlyon xwendevanên wan hene, divê li Tirkîyê nûnertîyeke xwe vekin.

Prof. Yaman Akdenîz
Prof. Yaman Akdenîz

Dîsa, paketa ku mecbûr dike ku ev sazî û kompanî pêzanînên kartînerên xwe yên li Tirkîyê her li Tirkîyê berhev bikin û ger ew 11 xal werin binpê kirin, hîngê ew dê werin ceza kirin.

Hiqûqzan Prof. Dr Yaman Akdenîz ku mamostayê Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê ye, dîyar dike ku AKP dixwaze bi vê paketê sansureke xurt çêke.

“Li Tirkîye heta dawîya sala 2019’an ji 400,000’an zêdetir malper, 7 hezar hesabên Twitter’ê 40,000 twît, 10,000 vîdyoyên Youtube’ê hatin asteng kirin.”

Akenîz bawer dike ku hikûmet bi vê paketê dixwaze du tiştan bike: “Yek ne tenê jibo heceta binpêkirina mafên kesitî doz wê were vekirin û ya din jî bi vê paketê parvekirin wê jî arşîvan jî werin rakirin.”

MEB_07_22_2020_Sansur_Toren_Medya_Civaki
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:36 0:00

XS
SM
MD
LG